PDK û UNAMI ji bo hilbiöartinên Kurdistanê civiyan

PDK û UNAMI ji bo hilbiöartinên Kurdistanê civiyan

PeyamaKurd - Berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yên Mîsyona Alîkariyê ya Iraq a Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) bi babeta hilbijartinên Parlamena Kurdistanê civînekê pêk anîn.

Di şanda PDKê ya civînê de endamên Buroya Siyasî ya PDKê Hêmin Hawramanî, Amîna Zikrî û Cafer Emînkî û endamên pişka hilbijartinan a Buroya Siyasî û di şandeya UNAMI de jî Cîgirê Nûnera Taybet a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Claudio Cordone û hin berpirsên din hebûn.

Hêmin Hewramanî li ser tora xwe ya civakî ya Facebookê ragehand ku civîn, li ser pêşniyaza Nûnera Taybet a Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert pêk hatiye.

Hewramanî da zanîn ku Claudio Cordone di serdana xwe ya dawî ya Herêma kurdistanê de ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye ku şandeke şareza û teknîkî ya UNAMIyê serdana Hewlêrê bike û bi şandeke PDKê re, ji bo gotubêj û pergîkirina nerînên xwe û yên PDKê de ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê danûstandinan bike.

Hêmin Hawramanî diyar kir ku di wê çarçoveyê de şandên PDK û UNAMIyê civîn pêk anîne û di rûniştinê de, şanda UNAMIyê bi awayekî ku cihê baweriya hemû aliyan û bi tevlîbûna hemî aliyan be, tekezî li ser gringiya pêvajoya hilbijartinan kiriye û ragehandiye ku ji bo haydarbûna ji nerîn û têbîniyên PDKê, ew dilgerm in.

Hêmin Hewramanî wiha gotiye: “Me wekî şanda PDKyê ron kir UNAMI şahida wê yekê ye ku ew du sal bûn PDKyê daxwaza hilbijartinan dikir û pabendî piroseya hilbijartinan bû û hin aliyên din rêgirî dikirien, nedihiştin rûniştinên Parlamenê yên ji bo danûstandinên li ser reşnivîsa çêkirina yasaya hilbijartinan pêk bûn û her ji destpêkê ve li dijî karkirina komisyonê bûne”.

Hêmin Hewramanî tekez li ser helwesta PDKyê kiriye û amaje daye, “Me ji wan re ron kir ku PDK niha jî ji bo hilbijartinan amade ye, lê belê bi şertekî ku dûrî dîzaynên pêşwext be û divê UNAMI ji bo çarekirina arîşeyên teknîkî û garantîkirina pakî û zelaliya tevaya wê pêvajoyê li ser xetê be û dûrî wê amadekariya pêşwext a ku hin aliyên navxweyî û derve ji bo dîzaynkirina kursiyên PDKê û vîna dengderan bername jê re hatiye danan be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin