PeyamaKurd- Navenda Lêkolînê ya Rûdawê li Hewlêrê panelekî bi navê “Nêçîrvan barzanî-Di 4 salên dahatû de têkiliyên herêma Kurdistanê” lidar xist û serokê DİTAM ê (Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle) Mehmet Vural tevli civînê bû. Vural di rûniştina ewilî de ya ku di 10.00 an de destpêkir, bi 5 kesan re tevli panelê bû yek ji axaftvanan bû. Vural ragihand ku “Malbata ku Nêçîrvan Barzanî jê tê, terzê wî yê siyasî û bi dîroka xwe ve, em pê bawerin wê bi rihetî di her meseleyê de bibe derman û wan çareser bike.”
Mehmet Vural, li ser rola Nêçîrvan Barzanî bo 4 salên pêşiya me de, divê kîjan rêbazê bişopîne û divê rola wî di çareseriya pirsgirêka Kurdistana Tirkiyê de çibe, axifî. Vural di serî de, bo hilbijartina serokatiya herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî kir û ji niha de bo xizmeta ku dê bo xelkê Kurdistanê bike, sipasiya xwe ragihand. Vural weha got:
“Maqamê serokatiyê sîwana yekîtiya Kurdistanê ye. Ev sîwan temsîla dadweriyê, yekîtiyê, hûqûqê û pêşdeçûnê dike. Bê ku cudahiyê bike dadweriyê, û piraniyê temsîl dike. Em weka Kurdên li Diyarbekirê dijîn, hêviya me ji birêz Nêçîrvan Barzanî çiye? Ev pirs têkirin. Daxwaza me yekîtiya Kurdan li başûrê Kurdistanê ye. Em dibêjin ev 25 sale ku Kurdistan weka dewleteka federal ya serbixwe dewam kiriye û divê dezge û saziyên dewleta xwe ava bike.”
Vural li ser gelek xalên girîng axifî weha rêz kir;
“Divê pêşmerge di bin yek sîwanekî de bicive. Ev daxwaza hemû Kurda ye. Ez difikirim ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî dikare veya bike. Dikare hemû hêzên partiyan di bin yek sîwanê de bicivîne. Hêzên sîvîl divê bo civakê bên adaptekirin û dev ji sîlihên xwe berdin. Ji ber perçebûn di vî 30 salên dawiyê de êş û azareka zor dane Kurdan.
Divê di perwerdê de yekîtiya netewî hebe. Mirov dikare di vê mijarê de hinek krîterên dewletên rojava ji xwe re bike mînak. Divê di perwerdê de yekîtiya Kurdan hebe. Divê li ser alfabeyê xebat bêkirin. Divê Kurdên Diyarbekirê, Hewlêrê, Rojava û yekî li Silêmaniyê ji hev fêm bikin, divê başûr biryarên ciddî bistîne û siyeseteka netewî ava bike. Lehçe ne cudabûna me, lê dewlemendiya me bin.
Kurdistan mala hemû Kurdaye. Divê Kurdên perçeyên din bo hev zimanê tund bikarneynin û ji şiddetê dûr bisekinin. Di vir de gotina pêşewa gelek girîng e ku gotibû ‘Kurdistan mala hemû Kurdiye’. Em tev li vê derê kêfxweşin lê dema em vê derê bikartînin, divê em qedrê vê malê bizanibin û gemarî nekin. Divê em îxanetê li vê derê nekin û xerab nekin. Ev daxwaza hemû Kurda ye.”
Vural behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di 25 ê êlûna 2017an kir û got: “Tevî ku daxwaza Kurda ya rewabû, dinya têra me destekê nedan me. Divê em bifikirin û car din bi dinyayê re têkiliyên xwe baş bikin.”
Vural got ku bo Tirkiyê Kurdistan deriyê ku tê de dikarin herin Rojhilata Navîne. Di navbera Tirkiyê û Kurdan de 30-35 sale şer dewam dike û got:
“Ez ne bo heqqiyê an neheqiyê dibêjim. Lê ev şiddet bo her dû aliyan gelek canan bi xwe re bir. Kurdistan bo Tirkiyê deriyekiye û bo her dû aliyan berjewendiye. Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de, dema Tirkiye ambargo danî ser Kurdistanê, kete halekî nexweş. Têkilî bo her dûaliyan jî baş e.”
Vural di mijara êrîşên Tirkiyê yên bo ser Xakurkê yên 27 ê gulanê bo ser PKKê weha got: “Divê dawî li operasyonan werin. Divê şer biqede. Ev bo berjewendiyên Kurd û Tirkan başe. Kurd gelek tiştan wenda kirin û di aboriyê de qîmetên wan ji dest çûn. Li ser vê erdnîgariyê 40-50 mîlyon Kurd hene. Divê rûnên û heq û hûqûqên hev nasbikin.”
Vural di mijara referandûmê de got: “Eger Kurd referandûma serxwebûne nekirina, wê halê wan ji îro xerabtir bibûya. Herêma Federal ya Kurdistanê bo me pîroz e. Nêrîn, daxwaz û xwestekên herkesî li vê derê ye. Tişt hene ku qeweta mirov nagîjê. Lê tiştên ku mirov dikare bike jî hene. Ez di referandûmê de weka çavdêrekî li Hewlêrê bûm. Di gelek hilbijartinan de jî hatim vê derê. Demokrasiya vê derê ji yên cîranan kêmtir nîne. Têra xwe lobî çênebû. Lê referandûm weka şîrê dê li Kurda helal e. Ez weke Kurdekî dibêjim rast bû. Ez dibêjim bi sedema referandûmê niha xwedî mafekî me. Di her tevgerekî Kurdên Îranê, Iraqê û Tirkiyê de, van dewletan Kurdan neheq dikin. Ev ne raste. Tiştên ku bo Kurdan tên kirin bo wan jî başe. Di sala 2013 û 2015an de pêvajoya çareseriyê destpêkir û civaka Tirkiyê rihet nefesekî sitend. Erdoğan wê demê serokwezîr bû, hat Diyarbekirê û got mesela Kurda mesela min e. Serokkomarê wê demê Abdullah Gül dev ji gotina şîmalî Iraq berda û got başûrê kurdistanê. Lê eynî rejîm, heman kes dibêjin gotina Kurdistanê qedexeye û dema di meclisê de behsa Kurdistanê dibe berpirsiyariya te ya qanûnî destpêdike.”
Vural di dawiyê de got ku Kurd têra xwe bedel dane û divê bi dinyayê re lihevkirî lobîkî bo xwe ava bikin. Niha Nêçîrvan Barzanî heye û tecruba wî ya şexsî heye. Li cem biyaniyan başûrê Kurdistanê ti carî tevli bûyerên şiddetê nebûye. Tenê mafên Kurda xwestine û xwe parastine. Ji ber wê ez dibêjim mafê me heye ku em hinek tiştan ji vê derê bixwazin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin