PeyamaKurd – Endamê Heyeta Rêvebiriyê yê Partiya Zahmetkêşên Kurdistanê Seed Xalid ragihand ku Bexda li ser peymanên ku bi Hewlêrê re îmze kiriye nasekine û divê nûnerên Kurdistanê yên li Bexdayê bi yek dev û yek tewrê tevbigerin. Xalid bo BasNewsê weha gotiye:
“ Divê du tişt ji hev veqetin. Di nava xwe de bo hukumeta Kurdistanê gilî û rexneyên wan hene, ev gelek normale eger tine be ne normale. Lê bo mafê Herêma Kurdistanê û pêkhateyên herêmê di temamê mijaran de divê bibin yek û bo mafê Kurdistanê têbikoşin. Di dîroka Kurdistanê de cara yekeme ku Kurd ew çend tiştan bidest xistine. Divê destkeftiyên xwe biparêzin.”
Seed Xalid li ser tewrê Bexdayê li hemberê Kurdistanê fikrên xwe ragihand û weha dewam kir:
“ Aqilekî ku divê Kurd ji Bexdayê bên dûrkirin li Bexdayê serdeste. Herî dawiyê hukumetên Hewlêrê û Bexdayê di mijara şandina budçeyê de lihev kiribûn. Lê Bexda peymanê binpê kir. Bi vî awayî Bexda li Kurdan zilmê dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin