Sanda KNKê li Qamislo pîrozbahî li PDK-Sê kir

Sanda KNKê li Qamislo pîrozbahî li PDK-Sê kir

PeyamaKurd - Şandeke Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) ku nêzîkî PYDê ye, serdana nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarê Qamişlo kir.

Şanda KNKê ku ji Ekrem Hiso, Ebîr Hesaf, Silêman Ilyas û Merwan Hesen pêk hatibû, ji aliyê Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê û endamên serkirdatiya partiyê ve hat pêşwazî kirin.

Malpera PDK-Sê ragihand, serdana şanda KNKê bi armanca pêşkêşkirina pîrozbahiyê bo vekirina nivîsgeha PDK-Sê bû.

Serdana şanda KNKê piştî hewlên yekrêziya navmala Kurdan li Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî serpereştiya wê kiribû.

Rêveberiya Xweser a Rojava jî piştî hewldanên Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê ragihand ku ti astengî li pêş ENKS û partiyên di nava wê de nemaye û dikarin li Rojavayê Kurdistanê nivîsgehên xwe vekin.

Piştî wê daxuyaniyê jî ENKS û partiyên endamên wê, hejmarek ji nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin