PeyamaKurd – Hat îdîakirin ku Fermandarê Supaya Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî, gefa kuştinê li hejmarek ji rêveberên siyasî yên Sunne kiriye, ku eger ew tevlî hevpeymaniya Muqteda Sedr û Heyder Ebadî bibin, ewê wan bikuje.
Li gor nûçeya kanala Sky News Erebî ku dispêre çavkeniyeke siyasî li Iraqê, Fermandarê Supaya Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî, gefa kuştinê li hejmarek ji rêveberên siyasî yên Sunne kiriye, ku eger ew tevlî hevpeymaniya Muqteda Sedr û Heyder Ebadî bibin, ewê wan bikuje.
Heman çavkaniyê diyar kir, peyama gefa kuştinê, rasterê ji hejmarekî ji rêveberên siyasî yên Sunne re hatiye, ku eger ewana tevlî Hevpeymaniya Nesr û Sairûn bibin, wê rastî kuştinê bên.
Gefên Qasim Silêmanî, hevdem bûn li gel civîna Hevpeymaniyên Sairûn, Nesr, Hikme û El-Weteniye, yên bi armanca pêkanîna fraksiyona herî mezin a parlamentoyê ji bo pêkanîna Hikûmeta nû.
Li gorî zanyariyên kanala Sky News, armanca Qasim Silêmanî ji wan gefan ew e, ku fişarê li hêzên Sunne bike, daku tevlî hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî û ya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî bibin, ji ber ku Malikî û Amirî ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin