PeyamaKurd - Nûnera Neteweyên Yekbuyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bi Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî re civiya. Sîstanî di civînê de gotiye, heger hêza siyasî nikaribe bi reforman daxwazên xwepêşanderan bicih bîne, bila rêyeke din hilbijêrin.
Nûnera NY ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li Necefê Elî Sîstanî re li ser rewşa Iraq û daxwazên xwepêşandêran civiya.
Nûnera NY Jeanine piştî civînê ragihand; “Dema wê hatiye ku êdî tiştek ji bo gelê Iraqê bikin. Parastina serweriya Iraqê û rêzdayîna hemû aliyek bo serweriyê gelek girîng e. Em jî rêzê li serweriya Iraqê digirîn. Nabe Iraq bibe meydana pêşbaziya siyasî.”
Jeanine diyar kir, Elî Sîstanî nerazîbûna xwe ya hemberî nebûna cidiyetek ji bo reforman aniye ziman û got, cidiyetek nîne ku heya xwepêşandan bi dawî werin.
Herwiha Jeanine da zanîn ku Sîstanî di civînê de gotiye; “Eger hêza siyasî û serokatiyên Iraqê nekaribin reforman bikin, bila rêyek din ji bo çareseriyê hilbijêrin. Nabe tundûtujî li dijî xwepêşandêran bê kirin û xwepêşander werin binçavkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin