PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê li navçeya Sincikê mînîbusa ku karkerên demsale bo xebatê dibir bajarê Giresunê ya li qerexê Derya Reş, bi kamyonetekî re lihev ket û di encamê de 12 kes birîndar bûn. Ji karkeran 2 kes giran birîndar bûne.
Qeza ber destê êvarê li ser rêya Meletiyê û Sincikê di 5.emîn km yê de çêbû. Tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û birîndaran dibin nexweşxaneya Kolikê (Kahtayê). Her 2 birîndarên giran birine nexweşxane ya Semsûrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin