PeyamaKurd – Piştî ku Dadgeha Kerkûkê 16ê Hezîranê bi sedema gendeliyê û xwarina bi milyon dînaran ji budçeya Kerkûkê, fermana girtina Rakan Cîburî derxist, tê çaverêkirin ku parêzgarê sepandî yê bi wekalet were dadgehkirin.
Endamê Encûmena Kerkûkê Ciwan Hesen ji medya Kurdistanê re diyar kir ku heger lêkolîneke kûr bê kirin dê gelek tiştên din derbarê dizî û gendeliya mezin a parêzgar de derkevin holê.
Piştî ku Heşda Şeibî 16ê Cotmeha 2017an ketibû Kerkûkê, Rakan Cîburiyê erebekî şoven li şûna parêzgarê meşrû yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi wekalet hatibû destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin