PeyamaKurd - Pêşangeha Navdewletî ya Rwanga Foras ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate vekirin. Di pêşangehê de ji 14 welatan 164 kompanî beşdar bûne.

Kompaniyên beşdar di pêşangehê de dê di 36 kertan de derfetên kar nimayiş bikin. Pêşangeha ku îro dest pê kir dê heta du rojan berdewam be.
Rêveberê Dezgeha Rwanga, Ebdulselam Medenî di merasima vekirina pêşangehê de ragihand: “Projeyên me zêdetir li ser dabînkirina çareseriyan û pêşxistina şiyanan in.” Ebdulselam Medenî herwiha got: “Em pêşbînî dikin di pêşangeha RwangaForas a 2019 de 2 hezar derfetên kar peyda bike.”
Herwiha tê pêşbînîkirin ku derdora 20 hezar kesan serdana pêşangeha navdewletiya Rwanga Foras bikin. Di maweya sê salan de dezgeha Rwanga derfetên kar jibo zêdetir ji 4 hezar û 500 kesan dabîn kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin