PeyamaKurd - Artêşa Nîştimanî ya Lîbya ku Xelîfe Hafter seroktiya wê dike ragihand, ezmanê Lîbya di bin kontrolê wan de ye û wan hejmark dronên Tirkî xistine xwar.
Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbya Lîwa Ehmed El-Mismarî got ku lihevkirina hikûmeta Wîfaqê bi Erdogan re aloziya li Lîbyayê kûrtir dike û metirsiyê li ser tevahiya herêmê çêdike.
El-Mismarî destnîşan kir ku di bin gefên terorê yên li ser herêmê de, gelek welat piştgiriya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê dikin.
Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ku ji 4ê Nîsanê ve operasyon li dijî hikumeta Wîfaqê daye destpêkirin, heta niha 39 dronên Tirkiyê anîne xwar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin