Îro 31 sal ji ser serhildan û rizgarbûna bajarên Xaneqîn, Akrê û Mexmûrê re derbas bû

Îro 31 sal ji ser serhildan û rizgarbûna bajarên Xaneqîn, Akrê û Mexmûrê re derbas bû

PeyamaKurd Îro 12 Adarê, 31 sal ji ser serhildan û rizgarbûna bajarên Xaneqîn, Akrê, Mexmûr û Berdereşê ye li dijî rêjîma Beisî ya Iraqê re derbas bû.

Di roja 12 Adara sala 1991ê de, gelê Kurdistanê li Xaneqîn, Mexmûr û Akrê, li dijî rêjîma zordest a Beisê serî hildan û bi can û xwîna xwe welatê xwe rizgar kirin.

Hêjayî bibirxistinê ye, wê rojê ji bilî rizgarkirina Akrê, Xaneqîn û Mexmûrê, nahiya Celewla ya Xaneqînê û nahiya Bicîl ya Akrê, bajarokê Berdereş yê Duhokê, Şêxan, Dînartê û Zêbar û çemê Xazir û gelek gund û deverên din hatin rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin