Macron hisyarî da Netanyahû!

Macron hisyarî da Netanyahû!

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi hinceta windahiyên sivîl di şerê Xezeyê de hişyarî da Serokwezîrê Îsraîl Netanyahû.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo rewşa li Xezeyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû re bi rêya telefonê axivî û jê re got: “Divê em ferqê bixin navbera terorîstan û raya giştî.”

Serokomariya Fransayê ragihand ku Macron ji Netanyahu re gotiye ku divê demildest agirbesta mirovî bê ragihandin û ji bo hejmara zêde ya kuştina sivîlan fikarên xwe anîne ziman.

Herwiha Macron bal kişandieye ser tundiya cihûyan a li Şerîaya Rojava û gotiye, ew amade ne zarokên Xezeyê yên birîndar li Fransayê tedawî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin