Mesrûr Barzanî û Jack Sullivan civiyan

Mesrûr Barzanî û Jack Sullivan civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Washingtonê hevdîtinên xwe yên bi payebilindên Amerîkayê re didomîne.

Serokwezîr Barzanî, ji 24ê Sibatê ve bi vexwendineke fermî li Washingtonê ye û heta niha bi gelek berpirsên Koçka Spî, Wezareta Derve û endamên Kongreyê hevdîtin pêkanîn.

Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina ligel senator Chris Van Hollen piştevaniya xwe ji bo parastin û îstiqrara statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê nîşan da, bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî re jî civiya.

Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina ligel Sullivan de got, ji bo piştevaniya bihêz a Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina dilsozî spasiya li Jake Sullivan dikin.

Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kir ku şirîkatî û hevkariya Kurdistan û Amerîkayê li ser nirxên hevper ên bo aştî û aramiyê ne
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin