Mesrûr Barzanî: “Kurdistan sexsiyetekî welatperwer wenda kir ”

Mesrûr Barzanî: “Kurdistan sexsiyetekî welatperwer wenda kir ”

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê koça dawî ya damezrênerê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê Derwêşê Sado de peyamekî belav kir. Peyama Barzanî weha ye:

“Bi xemgînî me xebera wefata şexsiyetê welatperwer û têkoşer Derwêşê Sado bihîst. Derwêşê Sado di têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê de şexsiyetekî girîng bû. Di damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê de pêşkêşvanî kir. Bi vê munasebetê ez sersaxiyê bo malbata wî ya rêzdar dixwazim û hevparê xema wan im. Ji Xwedayê dilovan daxwaz dikim ku ciyê wî buhişt be, bo malbata wî û hezkiriyên wî sebrê dixwazim.”

Derwêşê Sado deh roj berê bi Kovid-19 ê ketibû û li nexweşxaneyekî taybet ya Batmanê tedawî bû. Piştî ji nexweşxanê derket û çû Misircê car din nexweşîn lê dijwar bû û 2 roj berê wî car din birin nexweşxana taybet ya Batmanê lê îro koça dawî kir. Cenazê wî birin Misircê (Kurtalan) li goristana Bêkendê li cem bavê wî Sado defin kirin.

Kurtejiyana wî:

Derwêşê Sado li Misircê di sala 1934an de tê dinyayê li hêj zarok bû di heman salê de ji ber dewletê malbata koçî Binxetê dike. Malbata Derwêşê Sado di sala 1951an de bi efûyê dadigere Misircê lê ji ber  Derwêşê Sado li Binxetê dixwîne, 5 sal bi şûnde dadigere Misircê. Xwendina xwe ya Lîseyê li Hesîçayê dixwîne. Paşî diçe Misircê gundê Bêkendê cem malbata xwe.

Di sala 1965 an de bi Seîd Elçî, Emer Turhan, Şakir Epözdemir û Şerafeddîn Elçi re Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê ava dikin. Salek di şûnde rehmetî Fayîq Bucak jî dixin nav partiyê û Bucak dikin serokê partiyê. Di sala 1968 an de bi hevalên xwe ve tên girtin û wan dixin zîndana Diyarbekirê û ji wir dişînin zîndana Antalyayê. Di sala 1971an de piştî rehmetî Seîd Elçî ew dibe sekreterê partiyê.

Di sala 2010 an de “Madalya Barzanî” di kongreya 13.emîn ya PDK a Iraqê de ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de bo Derwêşê Sado tê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin