Îran, ji ber fikra Kurdîtiyê cezayê îdamê da Qasim Abeste û niha li benda îdama xwe ye

Îran, ji ber fikra Kurdîtiyê cezayê îdamê da Qasim Abeste û niha li benda îdama xwe ye

PeyamaKurd – Girtiyê Kurd yê bi navê Qasim Abeste ku xelkê Mahabadê ye,14 sale ku cezayê xwe di zîndanê de dikşîne û niha li bajarê Kerecê di zindana Xezel Hesarê de, wî xistine hucra yekkesî.

Li gor ragihandina malpera Hengawê ku ya mafê mirovaye; di 29ê Cotmehê de, bi hinek sûcdarên din yên adî re birine zîndana Kerecê ya bi navê Gezel Hesarê ji bo tecrîdê.

Qasim, heya niha 13 sal û 9 meh di zîndanê de maye û ji bo didardakirina wî bi cîh bînin, wî xistine hucra yekkesî. Plan dikin ku di 6ê Mijdarê de îdama wî bicîh bînin.

Qasem Abeste, di 7.12.2009an de dibin bo navenda îstîxbaratê ya bajarê Ormiyê. Bi 6 hevalên xwe re yên bi navên Abdulrahim Tina, Davwûd Abdullahî, Farhad Salimi, Enwer Xezri, Xosrew Basharat, Kamran Sheikheh û Eyûb Kerimi re, wî di dereca 2em de sûcdar dibînin.

Sûcên ku dadgeh wî bi wan tewanbar kiriye; ‘tehdîda ewlehiya netewî’, ‘propoganda li dijî rejîmê’, ‘endamtiya grûbên selefî’ û serdadgerê dadgeha şoreşê ya Tehranê ya beşa 28em, Qasim Abeste wekî ‘kesekî di derveyê qanûn de yê kanonîk’ îlan kiriye.

Qasim Abeste, di wexta zîndaniya xwe de bi nexweşîna seretana gewriyê ketiye û ji bo biryara dadgehê protesto bike gelek caran ketiye greva birsê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin