Trump û Netenyahû li ser Îranê axifîn

Trump û Netenyahû li ser Îranê axifîn

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li ser mijara Îranê û pêşdeçûnên dawiyê axifîn.

Cîgirê berdevkê Koşka Sipî Judd Deere, di mijara axaftina her dû serokan de bi awayeka nivîskî mijarê ragihand. Deere weha got:

“Do êvarê Trump û Netenyahû bi rêya telefonê axifîn. Her dû serok di mijara bergiriya xerabiyên Îranê yên di herêmê de gotûbêj kirin û di mijara berjewendiyên hevpar yên di herêmê de, derfetên hevakriyê kirin mijara axaftinê.”

Îran sînorê hilberîna ûranyûmê derbas kiriye û Amerîka li hember vê kiryara Îranê bertekeka tund nîşan dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin