PeyamaKurd – Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ragihand, ku di navbera Amerîka û Îranê de rageşiyeke 40 sale heye û di nava vî 40 salî de dijminê me bi şerê eskerî, aborî û medyayê çi tişta ku ji dest tê dike. Bi van êrîşan tenê armanceke Amerîkayê heye ew jî, tehakûma di heyama Şah de li ser Îranê dikir dixwaze cardin bidest bîne.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Alî Xemaney diyar kir ku tenê encameke têkoşîna vî 40 salî heye, ew jî ev e ku di vê têkoşînê de Amerîka têkçûyî ye. Wan êrîşkir û armanca êrîşê bidest neanîn. Ji ber vê yekê aliyê têkçûyî yê vî şerî ne.
Xemaney herwiha destnîşan kir, ku wek nêrîneke gelemperî qeweta Amerîkayê roj bi roj kêm dibe. Amerîkaya îro ji ya 40 sal berê lewaztir e. Qeweta Amerîka ya nerm(soft) li dinyayê her roj kêm dibe û niha ne tenê xelk êdî dewlet jî li hember Amerîkayê derdikevin.
Alî Xemaney îdîa kir ku Serokê Amerîka yê niha, demokrasiya Amerîka ya lîberal hetikandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin