Kamyon ket nava qelebalixê: 6 mirî û 32 birîndar

Kamyon ket nava qelebalixê: 6 mirî û 32 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li naça Kirikxanê kamyona ku frêna wê teqiya ket nava qelebalixê û di encamê de 6 kes mirin û 32 kes birîndar bûn. Qelebalixa ku kamyon ket nava wê, xelkê ji bo zarokên bişînin eskeriyê li wê derê kom bûbûn û zarokên xwe verêdikirin. Di ser de agir bi kamyonê ket û bû sedema ku 12 erebe xesarê dîtin.

Li ser bûyerê tîmên tendusristiyê, îtfaiyê û AFAD ê çûn ciyê bûyerê û mudaxeleyê bûyerê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin