PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Metîn Gurak serdana Bexdayê kirin.
Hate ragihandin ku Guler û Guran piştî bi serokkomarê Iraqê re civiyan bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re jî civiyan.
Ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, di civînê de serokwezîrê Iraqê ji şandeya Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew binpêkirina serweriya welatê xwe red dikin û ji bo vê jî ew ê hemû tedbîran bigirin.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Metîn Gurak piştî hevdîtinên li Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin