PeyamaKurd- Gol a Hafikê li navçeya Hafikê ye ku li ser bajarê Sêwasê ye. Bo gol bixin parastinê, xebat hatine kirin û xebata hatiye kirin, ber bi encamê de diçe. Bo gol a Hafikê bibe seha SÎT ê û bo tûrîzmê bê bi rêk û pêk kirin, jê re proje hatiye amadekirin û ber bi dawaiye hatiye.
Serpereştiya projeyê parêzgerê Sêwasê, sekreteriya rêvebiriya taybet ya bajêr, akademisyen û rêxistinên pêwendîdar hatine cem hev û xebata xwe kirine. Parêzgerê Sêwasê Salih Ayhan ragihand ku hatine dawiya projeyê û weha dewam kir:
“ 15 rojên din wê akademîsyenên me encamê ragihînin. Em ê herêmê bo geştûguzariyê amade bikin û bikin navendeka balkêş.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin