PeyamaKurd- Wezîrê saxlemiyê yê herêma Kurdistanê tevlî bernameyeka tora medyayî ya tv ya Rûdawê bû û tîşkê xist ser gelek mijarên di derbareyê belavbûna koronavîrusê li Kurdistanê. Wezîrê Saxlemiyê Saman Berzencî got ku nederketine xelkê bo derve, belavbûna vîrusê kêm dike û her diçe halê Kurdistanê baştir dibe û di 5 ojan de tedbîrên baş hatine sitendin ku xelk bi hevre kêm têkiliyan dike. Berzencî halê Kurdistanê weha rêz kir.
-Nederketina derve tişteka başe û bandoreka erênî kiriye. Eger vîrus hatibe tesbîtkirin jî kêm giha ye kesên din.
-Li welatên din herêm an dever dixin bin karantînayê.
- Wexta xelk li malên xwe be, tîmên tenduristiyê xweştir dikarin karên xwe bikin.
-Kesên ku bi nexweşînê ketine, halên wan başe lê divê werin asta ku tib dixwaze. Eger nexweş were wê astê, em wan dişînin malên wan.
-Berê 9 kes ji vîrusê baş bûn û niha 4 kesên din baş bûne. Testên dawiyê yên ku hatin kirin negatîvin.Tev çûn malen xwe.
-Tenê halê yek nexweşekî baş nîne. Dermankirina wî dewam dike. Jineka bi heml jî tê de vîrus hatiye tesbîtkirin. Bi sedema ku bi hemle, halê wê cuda ye û krîtîk e.
Li gor rêjeyên wezareta saxlemiyê, heya niha 1743 kes bi gumana vîrusê di karantînayê de ne. 4420 kes ketibûn karantînayê lê yên halê wan baş bû tev çûn malên xwe.
Heya niha 5 roje ku derketina derve hatiye qedexekirin û dê 5 rojên din jî derketina derve qedexe be.Ferman ji aliyê wezareta karên hundir de hat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin