PDK: Me û YNK li ser namzedekî hevpar yê serokkomariyê lihev nekiriye

PDK: Me û YNK li ser namzedekî hevpar yê serokkomariyê lihev nekiriye

PeyamaKurd -  Endamê heyeta muzakereyan yê PDK ê Bengîn Rêkanî ragihandiye ku PDK û YNK li ser namzedekî hevpar lihev nekirine. Rêkanî ragihandiye ku PDK namzediya serokkomariya Iraqê weka mafê xwe dibîne û ji bo hilbijartina pêşwext bi temamê partiyên din re hemfikrin.

Bengîn Rêkanî ragihand ku li ser mijarên dê PDK û YNK li Bexdayê hukumetê çawa birêve bibin, di babeta hevkariyê de hevdîtinên baş kirine lê ne hatine asta ku li ser namzedekî hevpar niqaşê bikin. Her dû teref ji bo serokkomar bibjêrin, dixwazin bi namzedekî hevpar bikevin parkementoya Iraqê û Rêkanî di mijarê de weha dewam kir:

“PDK hilbijartinê qezenc kir û di parlementoya Iraqê de piraniyê bidest xist. PDK serokkokariya Iraqê weka heqqê xwe dibîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin