PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku dagirkeriya li ser Deriyê Sînor ê Refahê û sînorê Xezzeyê yê bi Misirê re wê bidome.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê Netanyahu çû herêma Refahê ya li başûrê Xezzeyê û li wir bi leşkerên Îsraîlê re civiya.
Netanyahu xîtabî leşkeran kir û îdia kir ku êrîşên li ser Xezzeyê peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de paşve nexist, berevajî vê yekê ew pêş de çûn.
Netanyahu peyama ku ew ê dagirkeriya li ser Şerîda Xezzeyê, sînorê Misrê û Deriyê Sînor ê Refahê ya bi navê "Korîdora Filadelfyayê" bidomînin dubare kir.
Hêzên Îsraîlî di 7ê Gulanê de Refah ku yekane deriyê Xezzeyê ye ji bo Misrê dagir kiribû. Artêşa Îsraîlê ku ji bejahî ve êrîş bir ser Refahê û dagirkeriya xwe li herêmê berfireh kir, beriya niha jî "Korîdora Filadelfyayê" bi temamî girtibû.
Netanyahu destnîşan kiribû ku di danûstandinên nerasterast ên pevguhertina girtiyan de bi Hamasê re wê dagirkeriya li "Korîdora Filadelfyayê" bidome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin