Suriye | Jeffrey daxuyaniyek da: Hêj dawiya wan nehatiye

Suriye | Jeffrey daxuyaniyek da: Hêj dawiya wan nehatiye

PeyamaKurd-  Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku hêj dawiya rêxistina terorê ya DAIŞê nehatiye, “eger tavilê DAIŞ ji holê neyê rakirin, dibe ku li Iraqê û Sûriyê ji nû ve bi taktîkên nû rabe ser pêyan.”

James Jeffrey di penela saziya ramyariyê ya Rojhilata Navîn a amerîkî de axivî û hişyarî dan û got dibe ku DAIŞ ji nû ve li Iraqê û Sûriyê serî hilde. Jeffrey teqez kir ku divê têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bike, ”Têkoşîna li dijî DAIŞê divê di hemû waran de dewam bike yana dibe ku car din li Iraqê û Sûriyê serî hilde.“

Rojnameya îngilzîzî ya bi navê Daily Express çend roj berê amaje kiribû ku serokê rêxistina terorîst Ebûbekir Bexdadî li Lîbyayê ye.

Li gorî rojnameyê ji ber ku agahî û zanyariyên îstîxbaratê di destê Brîtanya û welatên Rojavayê de hene, lewma li Lîbyayê li Bexdadî digerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin