Li Wanê rovîyek ket gomê û 44 mîh telef kirin

Li Wanê rovîyek ket gomê û 44 mîh telef kirin

PeyamaKurd - Li bakurê Kurdistanê navçeya Elbak a Wanê, rovîyek kete nav gomeke pez û bû sedema telefbûna 44 mîhan.

Li gorî zanyariyan li gundê Onculer ê navçeya Elbak a Wanê rovî kete nav goma kesê bi navê Vefa Yildirim û bû sedema telefbûna mîhan.

Yildirim gotiye, mîhên wî bi ketina rovî ya gomê re bi ser hev de baz dane û hev du eciqandine û 44 mîh telef bûne.

Piştî bûyerê rayedarên Miduriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê li gund lêkolîn kirin û diyar kirin ku ji ber tirsa yek ji mîhan mîhên din hev du perçiqandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin