PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro Çarşemê pêwendiyeke telefonî li ser mijara şerê Ukraynayê pêk anîn.
Kremlînê piştî pêwendiya Pûtîn û Macron daxuyaniyek belav kir û li ser daxwaza Macron a rawestandina bombardimana ser bajarê Marîupolê diyar kir ku Pûtîn jê re gotiye, “Heger leşkerên Ukraynayê xwe radestî artêşa Rûsyayê bikin, wê bombardiman bidawî bibe.”
Rayedarên Fransî jî derbarê pêwendiyê de dane xuyakirin ku Pûtîn daxwaza tehlîyekirina sivîlan ji nav bajarê Mariupolê qebûl kiriye û gotiyê, ew dê plana tehlîyekirina sivîlan li ber çavan derbas bike.
Hêjayî gotinê ye, li Ukraynayê bajarê ku herî zêde bandora êrîşa Rûsyayê li ser çêbûye Mariupol e û niha ji ber bombardimana rûsî beşek mezin ji bajar wêran bûye û bi deh hezaran sivîl jî tê de asê mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin