Soylu: “Berpirsiyariya me ne bi Peymana Îstenbolê ye”

Soylu: “Berpirsiyariya me ne bi Peymana Îstenbolê ye”

PeyamaKurd – Li ser betalkirina Peymana Îstenbolê ku di derbarê parastina jin û mafên wan de ye, wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiva çapemeniyê da. Soylu di axaftina xwe de weha got:

“Hebûn û nebûna peymanên navdewletî, banrorê li berpirsiyariya me ya li hemberê hemwelatiyên me kêm an zêde nake. Sûc çi dibe bila bibe, têkoşîna li hemberê kiryarên sûcî berpirsiyariya me ye. Têkoşîna me ya li hemberê şiddeta nav malê û şiddeta li hemberê jinê, ne li ser hebûna Peymana Îstenbolê ye.”

Soylu, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ew li ser bingeha bêgunehiya mirovan tevdigerin û di mijara temîna hûzûr û asayîşê de hêza xwe ji destûra bingehîn û qanûnan distînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin