Serokê Herêma Kurdistanê Elî Bapîr û Komela Dadgerî ya Kurdistanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Elî Bapîr û Komela Dadgerî ya Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Elî Bapîr û Komela Dadgerî ya Kurdistanê pîroz kir û tekezî li yekrêziya aliyên siyasî kir.

Nêçîrvan Barzanî, bi boneya bidawîbûna kongreya çarem û hilbijartina Elî Bapîr weke Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê, pîrozbahî li Elî Bapîr û serkirdetiya nû ya Komelê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngî û pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, "Em hemû bi hev re rûbirûyî dijwariya vê qonaxa hestyar û parastina maf û destkeftên destûrî yên gelê Kurdistanê û derbaskirina kêşe û qeyranan, hevkar û hemaheng bibin.’’

Roja 18ê Sibata 2021ê Komera Îslamî ya Kurdistanê dest bi lidarxistina kongreya xwe ya çarem kir û di kongreyê de biryar hat dayîn ku navê Komelê were guhertin û bikin "Komela Dadgerî ya Kurdistanê.

Herwiha di kongreyê de nasnavê rêberê partiyê jî, ji “Emîr” bo “Serok” hat guhertin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin