PeyamaKurd – Vladimir Putin di civîna li bajarê St. Petersburgê de, li Qesra Tauride xîtabê endamên meclisa federal ya Rûsyayê kir. Serokê Rûsyayê Valdimir putin ragihand ku eger yek ji derve mudaxele bi pêvajoya li Ûkraynayê bike, em ê vê kiryarê weke tehdîdeka ji derve de ji bo xwe qebûl bikin û bersivê bilez bidin. Putin behsa girîngiya operasyonên leşkerî yên ser Ûkraynayê ji bo Rûsyayê kir û weha got:
“Operasyona taybet ya leşkerî ku di 24 ê sibatê de li Donbasê û Ûkraynayê destpêkir, wê temamê wezîfa xwe bicîh bîne. Wê ev, temamê aştî û ewlehiya Donbasê, Kirimê û temamê Rûsyayê bîne cîh. Divê em bibînin ku leşkerên me û zabitên me, ew talûka ku welatê me dorpêç kiriye, ber lê girtiye. Qehremaniya wan, kir ku li ser axa me şerekî dernê.
Dorpêçên ku danîne ser me, di wan de biserneketine û li hemberê me amadekariyeka şerekî mezin ya darayî dikin. Planê wan yê îro di warê darayî de têkçû. Di hedefa çareseriya me de, hemwelatiyên ku pêdiviya wan heye, malbatên xwedî zarok û ji bo pîran em ê raste rast alîkariyê bikin. Sektorên girîng yên darayî, dezgeyên stratejîk, dezgeyên navendî û biçûk, em destekê didin wan û wê destek dewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin