13 kesên gef li dikandarên Diyarbekirê dixwarin hatin girtin

13 kesên gef li dikandarên Diyarbekirê dixwarin hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryara Serdozgariya Komarê ya Diyarbekirê, li dijî mafyayek çekdar a gef li dikandaran dixwar li 3  bajaran operasyonek hat encamdan.

Di encama operasyona ku îro 29ê Adarê ji aliyê Tîmên Polîsên Rêveberiya Rûbirûbûna Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê hat li bajarên Diyarbekir, Stenbol û Yalovayê hat kirin de, 13 kes hatin girtin.

Li gorî zanyariyan ew kesên hatine girtin beriya niha gef li dikandarên Hala Nû ya Sebze û Fêkiyan a navçeya Baglar a Diyarbekirê xwaribûn.

Hat ragihandin ku di encama operasyona dijî endamên wê koma mafyagerî de, 13 kes hatine girtin û li ser wan jî 11 demançeyên bê mohlet, hejmarek çifte, 566 gule, 13 şarjor û hin kelûpelên din hatine desteserkirin.

Hatiye diyarkirin ku ew kesên hatine desteserkirin bi xwe jî li Hala Nû ya Sebze û Fêkiyan a Baglarê xwediyê dikanan bûn, lê ji bo bibin deshilat li wir gef li dikandarên din dixwarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin