Doza qurbaniyên 11 ê eylûlê wê dewam bike

Doza qurbaniyên 11 ê eylûlê wê dewam bike

Dadgeha Amerîkayê ya New York Manhattan biryara dewama soza tazmînatê ya li dijî Erebistana Si’ûdî da. Di 11ê eylûlê de, di êrîşên ku ji aliyê El Kaîde ve bo ser kûleyên cot yên Amerîka hat kirin û di ser 3 hezar mirov de kes miribûn.

Dadger George Daniels ragihand ku mirovên qurbaniyan seredana komkî kiribûn û doza wan hatiye qebûlkirin. Dadger bo komkirina delîlan ferman da.

Xwediyên dozê; Erebistanê bi destekkirina El Kaîdeyê sûcdar dikin. Hem dibêjin El Kaîde ji aliyê organîzasyonên di bin kontrola dewaleta Erebistanê de bi awayeka maddî û stratejîk hatiye destekkirin lewra karibûn wan êrîşan bikin.

Dadgeh, îtîraza ku ji aliyê Erebistanê de hatibû kirin ku dixwest dozê bidin sekinandin red kir. Kongra Amerîka di dema Obama de vetoya Obama qebûl nekiribû û qanûna ku karbibin li dijî welatên dost dozê vekin qebûl kiribû.

El Kaîde di 11ê eylûlê de bi balafirên ku revandibûn, êrîşên xwekuştinê kiribûn ser navenda oda bazirganiyê ya Amerîkayê. Di encamê de 3 hezar kes mirin. Êrîşker 19 kes bûn û 15 ji wan hemwelatiyên Erebistanê bûn. Serokê El Kaîdê Usame Bîn Ladîn bi xwe jî ji Erebistanê bû û hêjî serweteka wî ya zêde li Erebistanê heye.

Kesên ku doza tazmînatê dikin li dora 25 hezar kesî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin