PeyamaKurd- Rêvebiriya giştî ya parastina sîvîl ya Iraqê bo Rûdawê ragihandiye ku li başûrê payîtexta Iraqê, Bexdayê di depoyeka sîlih û muhîmatan ya bi navê Baregeha Leşkerî ya Şakir de, teqîneka mezin çêbûye. Bûyer ber destê êvarê çêbû. Piştî agir bi depoya leşkerî dikeve, fuzeyên ku tê de ne li pey hev diteqin.
Berdevkê parastina rêvebiriya sîvîl ragihandiye ku fuze li dora baregeha wan ketine lê di bûyerê de ti kes nemiriye. Bo vemirandina agir xebat dewam dikirin lê li ciyê bûyerê kesek miriye an na, heya niha bi awayeka fermî nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin