Mesrûr Barzanî ji Sûdanî re 2 name disîne

Mesrûr Barzanî ji Sûdanî re 2 name disîne

PeyamaKurd - Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îro, di 8ê Mijdara 2023an da, di konfiranseke rojnamevanî de li Bexdayê ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî du nameyên fermî, li ser pirsa mûçeyê mûçexurên Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna budceyê, ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şandine.

Umêd Sebah radigehîne ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê du nameyan bi merema edilandina qanûna giştî ya budceya federalî û şandina 700 milyar dînarên mehane ji bo Herêma Kurdistanê di dema xwe de ji Serokwezîrê Îraqê re dişîne.

Bi gotinên Umêd Sebah, di nameya yekê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Civata Wezîrên Îraqê kiriye, ew 700 milyar dînarên biyar e ji bo dema sê mehan ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin; di dema xwe de bigehin Herêma Kurdistanê da ku bikarin mûçeyên mûçexuran di dema xwe de parve bikin.

Umêd Sebah radighîne ku nameya du em ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî 15 rojan ji bo Serokwezîrê Îraqê hatiye şandin û tê de nerîna Herêma Kurdistanê li ser çawaniya edilandina qanûna budceyê û cudakirina mûçeyê fermanberan ji mijarên din hatiye berçavkirin.

Di roja 7ê Tebaxa 2023an de, rênimayên bicihanîna qanûna budceya giştî ya federalî ji bo salên 2023, 2024 û 2025ê di rojnameya Weqaîhê ya Îraqê de hatibûn belavkirin û ew qanûn bi temamî keft warê bicihanînê. Xerciyên budceya giştî ya Îraqê bi 199 tirilyon û 22 milyar û 111 milyon û 663 hezar dînaran hatine xeminandin, xerciyên weberhênanê jî 49 tirilyon û 462 milyar û 151 milyon û 754 hezar dînar in.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin