PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Bahadorî Cehromî, ji medya fermî ya Îranê re derbarê xwepêşandanên 25 roj in piştî kuştina Jîna Emînî li seranserê Îranê dewam dikin axivî.
Cehromî protestoyên têne kirin wekî ‘çalakiyên rêxistinkirî yên terorê’ pênase kir û protestoyên dijî rejîmê bi hêz û welatên derve ve girê da.
Li gorî televizyona fermî ya Îranê Cehromî di civîna heftane de li ser mijara xwepêşandanên berdewam dikin wiha gotiye: "Hin çalakiyên rêxistinkirî û terorî, nîşan daye ku dijmin û dijberên rejîmê ziyanê digihînin mafên gel û ewlehiya gelemperî û ji bo têkdana aramiyê jî derketiye holê ku plan çêkirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin