PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê, li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, 6 tax û li navçeya Çinar jî 3 tax ji ber vîrûsa Koronayê hatin karantînkirin.
Li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, piştî zêdebûna pêketiyên vê dawiyê ku di rojekê de pişkinîna 90 kesan pozîtîv derketiye, li 6 taxên wê navçeyê, biryara karantînayê hate ragihandin.
Desteya Paqijiyê ya Navçeya Bismilê biryar daye ku ji 2ê Tebaxê ve taxên Tezekan, Embar, Kapeki, Perîşanê, Sînanê û Şidada heta 14 rojan bên karantînakirin.
Li aliyê din, li 3 taxên girêdayî navçeya Çinar a heman parêzgehê jî li 3 taxan, 31 xanî hatin karantînakirin.
Sendîkaya KedkarênTendûristiyê jî di daxuyaniyekê de diyar kir, li parêzgeha Diyarbekirê tenê do 3ê Tebaxê 14 kesan bi Koronayê can dane û 2 hezar kes jî bi wê nexweşiyê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin