PeyamaKurd - Li bajarokê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin rû da û kuştî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku, îro li bajarê Tirbespiyê yê li rojhilatê bajarê Qamişloyê, otomobîleke bombekirî teqiyaye û li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 3 zarokan canê xwe ji dest dane.
Bajarê Tirbespiyê dikeve 30 kîlometriya rojhilatê bajarê Qamişloyê û li gor dabeşkirina Rêveberiya Xweser dikeve sînorê îdarî yê Kantona Qamişloyê. Her wiha li gor dabeşkirina îdarî ya hikûmeta Sûriyê, bajarê Tirbespiyê beşek e ji parêzgeha Hesekê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin