Mesrûr Barzanî: Çiqas astengiyan çêkin jî emê rêyên nû vekin!

Mesrûr Barzanî: Çiqas astengiyan çêkin jî emê rêyên nû vekin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Mijdarê di merasîmên ahenga derçûyên gera 28ê ya Zanîngeha Dihokê de gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir, “Çiqas astengiyan ji bo me çêbikin û deriyan li me bigirin jî em ê rêyên nû vekin.”

Serokwezîr Barzanî, pîrozbahî li derçûyî û mamoste û kesûkarên derçûyên gera 28ê ya zannîgeha Dihokê kir û hêviya serkeftinê ji bo qonaxa piştî zanîngehê ji derçûyan re xwest.

Serokwezîr Barzanî tekez kir ku Zanîngeha Dihokê di şert û mercên dijwar de hatiye damezrandin û bi xweragirî û westiyana mamostayên wê roj bi roj zêdetir ber bi pêş ve diçe ku îro zanîngeha Dihokê yek ji zanîngehên herî baş û girîng ên Kurdistanê ye û parek ji derçûyên wê li cihên cuda cuda berpirsên berçav in û xizmetê dikin. 

Barzanî li ser şer û aloziyên Rojhilata Navîn diyir kir, “Em Kurd dizanin verêja şere çiqas wêranker e.. Lewma em daxwazê dikin ku dawî li aloziyan bê û kuştina welatiyên sivîl bê rawestandin û arêşe bi rengekî aştiyane bên çareserkirin.”

Mesrûr Barzanî got: “Ger hevqebûlkirin û wekhevî û dadperwerî hebe, çavkaniyeke mirovî ya zêde li deverê heye û ger bi rengekî baş bê îdarekirin, hingê Rojhilata Navîn dê bibe yek ji deverên pêşkeftî yên cîhanê.”

Li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizavên xwe kirine ku mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê parastî bin û bi Hikûmeta Federal re bigihin lihevkirinê û wiha pê de çû: “Ji bo vê meremê jî, me hemû arîkarî kirine û me erkên xwe bi cih anîne û em li bendê ne ku Hikûmeta Federal mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Hindî astengan ji bo me çêbikin û deriyan li me bigirin jî em dê deriyên nû vebikin.. Hêviya me bi paşeroja gelê me bihêz e, em dê bi hev re ji vê qonaxê jî derbaz bibin û em dê Kurdistaneke bihêztir û pêşkeftîtir ava bikin”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin