PeyamaKurd – Wezîrî Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li parlamentoyê derbarê rêkarên rewşa covid-19 li Tirkiyê gotarek pêşkeş kir.
Koca ragihand ku heger ew nexweşî li Tirkiyê berbelav bibe ji bo 25 û 466 kesên temen mezin jûrên rewşa giran hene û heta niha jî wan zêdetirî 10 hezar testên coronavîrusê pêk anîne.
Wezîrê Tirk diyar kir ku hedefa wan rojane 10-15 hezar test in û ew dê di nav du rojan de kîta teşhîskirina bilez a vîrusa koronayê bixin dewrê ku li 25 bajaran jî hejmara laboratûarên bikin 36.
Li gorî ragihandina fermî heta niha li Tirkiyê 2 kes ji covid19 mirine û li gorî amarên şeva borî 191 kesên tûşbûyî hatine tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin