Li Enqerê li ser hev 2 erdhej çêbûn

Li Enqerê li ser hev 2 erdhej çêbûn

PeyamaKurd – Li navçeya Akyurt a Enqerê bi dijwariya 3.8 û 4.5an 2 erdhej pêk hatin.

Li gorî zanyariyên Serokatiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) îro 23yê Çilêyê 2020an li Enqerê li ser hev 2 erdhej pêk hatin.

Li navçeya Akyurt a Enqerê îro dane sibehê saet 06:42yan  bi dijwariya 3.8 û 4.5an du erdhej pêk hatin.

Erdhej 14 kîlometre di bin erdê de rû da.

Waliyê Enqerê Vasîp Şahîn ragihand ku ji ber erdhejê tu zirarên canî û malî çênebûne. Şahîn got tîmên taybet bi hûrgilî li ser herêmê lêkolînên xwe didomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin