Koalîsyona Si’ûdiyê agirbesê ragihand

Koalîsyona Si’ûdiyê agirbesê ragihand

PeyamaKurd- Koalîsyon a di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê de li Yemenê agribesê ragihand. Sedema agirbesê jî koronavîrusê nîşan da. Agirbesa navbera her dû aliyan îşev piştî nîvê şevê destpêdike û wê bo 2 hefteyan be.

Rêvebirên di asta bilind de ragihandin ku agirbes bi sedema berlêgirtina koronavîrusê ye. Rêvebirên Erebistana Si’ûdiyê dibêjin wê bi agirbesê Hûsiyan bînin ser masa hevdîtinê ya di bin serpereştiya Neteweyên Hevgirtî de û pêşî li ber koronavîrusê bigrin.

Şerê ku ji sala 2016an li Yemenê di navbera hukumeta niha û Hûsiyan de destpêkiriye, bi temamî sîstema tenduristiyê ya Yemenê roxandiye û Yemen niha bi 2.2 mîlyon kesên ku tûşî nexweşîna kolerayê bûye re, têkoşînê dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin