Parêzgarê nû yê Mûsilê: Kurdistan pist û sitara me ye

Parêzgarê nû yê Mûsilê: Kurdistan pist û sitara me ye

PeyamaKurd - Parêzgarê nû yê Mûsilê Necîm Cibûrî ku 24ê Mijdarê hatibû hilbijartin got, “Herêma Kurdistanê pişt û sitara me ye.”

Parêzgarê nû yê Mûsilê Necîm Cibûrî di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, ew xeletiyên ku beriya sala 2014an li Mûsilê hatine kirin bûne sedema wê ku Mûsil û beşek mezin ji deşta Nînowa ji aliyê DAIŞê ve were dagirkirin.

Necîm Cibûrî got, “Êdî em nahêlin xelkê Mûsilê rastî êş û zilmê bê. Emê ken bixin ser lêvên wan. Niha hêzek mezin li Nînowa heye ji bo parastina ewlehî û aramiya xelkê.”

Parêzgarê Mûsilê li ser têkiliyên bi herêma Kurdistanê re jî got, “Herêma Kurdistanê pişt û sitara me ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin