“Heya hêzên ewlekariyê bên avakirin em li Sûriyê ne”

“Heya hêzên ewlekariyê bên avakirin em li Sûriyê ne”

PeyamaKurd- Temsîlkarê serokê Amerîkayê yê ji têkoşîna li dijî DEAŞê berpirs Brett MacGurk ragihand ku bo destkeftiyên Sûriyê ji bên parastin, heya hêzên asayîşa Sûriyê bên avakirin, wê li Sûriyê bin.

McGurk got ku hêjî operasyonên li dijî DEAŞ ê dewam dikin û hebûna DEAŞê hatiye % 1 ê. Niha dixebitin da dewama bidestkeftinan yên piştî çûna DEAŞ ê dewam bikin. Li ser pirsa wê hêzên koalîsyonê kengê ji Sûriyê veqetin, McGurk weha got:

“ Em di wexteka wisa de ne ku hemû destkeftî dikarin dewam bikin. Hedefa leşkerî têkçûna DEAŞ ê ya mayînde ye. Lê me di nava salan de, me tişteka weha hîn kir. Dema te wan tekbir tu nikarî berdî û herî. Bo dewamkirina destkeftiyan divê tu bawer bî ku ‘hêzên ewlekariyê yên hundir’ hatine avakirin.”

Trump îro ragihand ku wê DEAŞ di nava yek mehekî de ji holê rabe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin