PeyamaKurd – Navenda Lêkolînkirina Bazar û Piştevanîkirina Bikarhênerên Iraqê, encamên lêkolînên xwe yên li ser rewşa aborî û sînorê birçîtiyê ji raya giştî re parve kir.
Li gor raporta Navendê, li Iraqê ji bo malbeteke 4 kesî sînorê birçîtiyê 1 milyon dînarê Iraqê ye ku dike 680 dolar.
Di raportê de hat eşkerekirin ku pêdiviya her malbeteke 4 kesî li Iraqê bi yek milyon dînarî heye.
Herwiha di berdewamiya raportê de hat destnîşankirin, niha mûçeyê kêmane 350 hezar dînar e û parlamento biryar daye ku 450 hezar dînar li wî mûçeyî bê zêdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin