Ji Pûtîn daxuyaniyeke nû: Em ji dîplomasiyê re amade ne, lê...

Ji Pûtîn daxuyaniyeke nû: Em ji dîplomasiyê re amade ne, lê...

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di daxuyaniyeke vîdyoyî ya îro 23yê Sibatê belav kiriye de got ku Moskow hê jî ji bo diyalogê û çareseriya siyasî ya krîza Ûkraynayê ligel welatên rojavayî amade ye, lê belê berjewendiya niştimanî ya Rûsyayê û ewlehiya xelkê wê nabin mijara gotûbêjan.

Pûtîn di peyama vîdyoyî bi boneya ‘Roja Berevaniya li Axa Bav û Kalan’ de got, “Welatê me her dem vekirî ye ji bo diyalogek rastîn û rasterast û ji bo çareseriya dîplomatîk a pirsgirêkên herî aloz.”

Herwiha Pûtîn wekî nîşandana hêzê bo cîhanê pesnê hêzên çekdarên welatê xwe da û got ku ew her dem ji bo şer amade ne daku berevanîyê li berjewendiyên niştimanî bikin.

Hêjayî gotinê ye, piştî naskirina serxwebûna herêmên Donetsk û Luhansk ên Ûkraynayê li ser daxwaza Pûtîn parlamentoya Rûsyayê Dûmayê 22yê Sibatê şandina hêzan bo derveyî welat pesend kir ku di serî de Amerîka, NATO û welatên Rojavayî vê yekê wekî amadehiye dagirkirina Ûkraynayê dibînin.

Li aliyê din welatên rojava piştevaniya Ûkraynayê dikin û Ûkrayna jî xwe ji şerekî mezin ê bi Rûsyayê re amade dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin