PeyamaKurd – Ji îro û heya wextekî ne diyar li bajarê Bedlîsê, parêzgeh qedexeya derketina derve danî ser 13 gund û mezrayên girêdayê wan. Qedexe bi sedema operasyonên ser PKK ê hat danîn û heya fermanekî dinê wê ti kes ji van gund û mezrayan dernê derve û nekeve gundan.
Gundên qedexe ji bo wan hatiye ragihandin ev in:
Ziyaret, Esen, Kayadağ, Karbastı, Dilek, Sarpkaya, Kaşak, Taşlıdere, Ocakbaşı, Tolgalı, Sivrice, Açıkalan û gundê Salman û temamê mezrayên bi ser wan ve.
Qedexe îro an ku pêncşemê ji siet 17.00 heya wexteka ne diyar hatiye danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin