PeyamaKurd – Bi pêşengiya Komeleya Ozgur-Der ku nêzî Huda_Parê ye li Diyarbekirê ji bo Muhammed Mursiyê serokomarê berê yê Misrê ku doh li dadgehê jiyana xwe ji dest dabû, nimêja cenazeyê ya xiyabî hat kirin û daxuyanî hat dayîn.
Beşdaran li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê nimêja xiyabî bo Mursî kir û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de Mursîyê ku yek ji pêşengên rêxistina Îxwan e (Birayên Misilman) wekî şehîd hat pênasekirin û rêveberiya Sîsî ya Misrê hat şermezarkirin.
Di beşeke daxuyaniyê de li ser mirina Mursî wiha hat gotin: “Mursî hemû jiyana xwe bi xizmeta Îslamê derbas kiriye û di her qada berxwedanê de cî girtiye. Û di encamê de jî canê xwe daye û têkoşîna Îslamê berz kiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin