Ji bo teklîfa Trump sertên Îranê hene!

Ji bo teklîfa Trump sertên Îranê hene!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku em dikarin bêşert û merc bi Îranê re hevdîtinekê pêk bînin. Piştî vê daxuyaniyê Îranê şertên xwe eşkere kirin.

Piştî kû Amerîkayê got em dikarin bi Îranê re careke dî biaxivin, Şêwirmendê Serokomarê Îranê yê bi navê Hamid Ebuturabî bersiva Amerîkayê da û got ku heke Amerîka li peymana nûkleer xwedî derkeve, em dikarin bi Amerîkayê re dîsa rûnin.

Ebuturabî li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşand û wiha got: “Divê pêşiyê Amerîka ji gelê Îranê re rêzê bigire, neyartiyê kêm bike û dîsa vegere ser peymana çekên nûkleer. Bi vî rengî rêya hevdîtinan dîsa vidibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin