Meclisa Fîlîstînê tê fesixkirin

Meclisa Fîlîstînê tê fesixkirin

PeyamaKurd- Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Ebbas ragihand ku di sala 2006an de hilbijartina ku li Fîlîstînê çêbû û piraniya kursiyan ketibû destê Hamasê, wê di nêz de bê fesixkirin. Ebbas tevli konferansa navdewletî ya ku li Ramalllahê çêbû, bû û di konferansê de şiroveyên rojevê kir.

Mehmûd ragihand ku bi sedema qewimandina bûyerên di sala 2007an yên di navbera Fetîh û Hamasê de, ku bi sedema wan bûyeran ev 11e sale xebatên meclisa Fîlîstînê nayê kirin, wê bê fesixkirin. Lê di derbarê tarîxa fesxa meclisê de ti tarîxê neda.

Hamas jî dibêje erka ti hêzekî tine ye ku meclisê fesix bike. Tenê divê ji her 4 salan carekî hilbijartin çêbibe. Lê herî dawî hilbijartin di sala 2006an de hatibû kirin. Meclisa ku naxebite, tê de ji 132 parlementeran 43 jê yên Tevgera Fethê ye 76 kursî jî yên Hamas ê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin