PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Tîrmehê, pêşwazî li malbatên her du Zanîngeha Selahedîn Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan ku hefteya borî ji aliyê xwendekarekî ve hatibûn şehîdkirin kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di hevdîtinê de car din sersaxî li malbatên her du şehîdan kir û hevxemiya xwe ya kûr anî ziman.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku şehîdkirina van du mamosteyên birêz, tawaneke mezin e û ziyaneke mezin li xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ket, ku her du mamosteyan gelek xizmeta xelk û welatê xwe kiribûn.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, encamderê vê tawanê, dê bigihe cezayê xwe yê yasayî û ew ê piştevanî û hevkariya dadgehan bikin, da ku ti sistî û xemsariyek di cezakirina tawanbaran de rûnede.
Malbatên her du mamosteyan, spasî û malavayiya xwe ji bo hevxemiya Serokwezîr Barzanî nîşan dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin