Serok Barzanî Navenda Lalesê pîroz kir

Serok Barzanî Navenda Lalesê pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema 27 emîn salvegera damezrandina Navenda Laleşê peyamekî belav kir. Peyama serokê Kurdistanê weha ye:

“Bo rêzdar serokê heyeta bilind ya navenda Laleşê û endamên wê,

Bi sedema damezrandina salvegera 27 emîn Navenda Laleşê, rêzdar serokê Heyeta Bilind ya Navenda Laleşê, ez temamên endamên wê û temamên birayên xwe yên Êzîdî pîroz dikim. Ez sipasiya we dikim bo pêşdebirina çand û halê civaka we birayên me yên Êzîdî. Sipas bo ked, xebat û emeka we ya ku rêxistinên we didin. Destên we xweş bin.

Bo xizmeta birayên me yên Êzîdî, ev wezîfa pîroz li ser milên we ye. Ez her dem piştevanê xizmet û keda we me. Bo birayên Êzîdî aramî, bextewerî, hûzûr dixwazim û hêvî dikim ku birînên we zû baş bibin. Ji we re serkeftinê dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin